Li Helepçe û Hewlêrê ji bo piştgiriya lîsteya 113'an şahî tên lidarxistin

Li Helepçe û Hewlêrê ji bo piştgiriya lîsteya 113'an şahî tên lidarxistin

Di çarçoveya piştgiriya ji bo lîsteya 113 ya PÇDK li Helepçe û Hewlêrê şahî tên lidarxistin.

Sibê bi organîzasyona Partiya Çareseriya Demokratîk a PÇDK'ê di çarçoveya xebatên hilbijartinan de li navçeya Helepçe ya girêdayî Silêmaniyê şahiyek tê lidarxistin. Şahî sibe piştî nivro saet 16.00'an li Sûka Helepçeyê bi tevlîbûna namzetên parlamenteriyê Fayiq Gulpî û Kelsum Huseyin, endam û partigirên PÇDK'ê û komên muzîkê wê pêk bê.

Tê payîn ku hejmarek zêde gelê Helepçeyê beşdarî şahiyê bibin. 

Bi armanca piştgiriya ji bo lîsteya 113’an ya Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK), roja 19'ê Îlonê saet di 16:00 de li pêş Parqa Şanedar ya bajarê Hewlêr bi amadebûna hevserokên PÇDK’ê Necîbe Omer û Diyar Xerîb û hejmarekî zêde ya namzetên lîsta 113’an şahiyek tê li darxistin. 

Di şahiyê de hunermend û gurubên muzîkê yên weke guruba Navenda Çanda Bîstun, hunermend Dilşad Nêrwey û Amed Kerkûkî beşdar dibin.