Li Helepçeyê Heme Gulpî hat bibîranîn

Li Helepçeyê Heme Gulpî hat bibîranîn

 Li navçeya Helepçeyê ya Silêmanî 50’emîn salvegera şehadeta Mihemed Ehmed (Heme Gulpî) û li gel şeş kesên din ên malbata Gulpî, çar ji wan di kîmyabarana Helepçeyê de û du kesên din jî di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane, lî Holî Mîr ji aliyê bi sedan kesan ve hatin bîbîranîn. 

Serokê KNK'ê Tahîr Kemalê Zade, Hevserokê PÇDK'ê Diyar Xerib, endamê PYD'ê Dr. Cafer, endamên PJAK’ê, Hemwelatîya Azad u Yeksan, endamên PDK’ê, endamên YNK’ê, Kesukarê Şehidan, Hizbî Şii, Hizbî Sosyalîstî Demokrat û endamên gelek sazî, dezgeh û partiyan tevlî merasîma bîranînê bûn. Merasîm bi rêzgirtinê destpê kir û di merasîmê de peyama ku KCK'ê şandibû hat xwendin.

Serokê KNK’ê Tahîr Kemalî Zade û Hevserokê PÇDK'ê Diyar Xerîb Heme Gulpî û kesên ku jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn. Kurê Heme Gulpî, Dr. Fayîq Gulpî jî xêrhatîna hemû mêvan û beşdarvanan kîr û wiha got: "Dawa li hikûmeta herêma Kurdistanê û hemû aliyên siyasi dikim ku xwedî lî şehidên têkoşina gelê kurd derkevîn û bidin jiyîn."

HEME GULPÎ KÎ YE?

Heme Gulpî, yek ji şoreşgerên kurd ku tevli şoreşa Îlonê bûye ye. Di 12'ê tebaxa 1963'an de li hember rejîma Baas ya Iraqê bi qehremanî şer dike. Dema Heme Gulpî ligel hevalên xwe bi seatan şer dikin, çend hevalên Gulpî jiyana xwe ji dest didin û mermiyên Heme Gulpî xilas dibin, wê demê Gulpî dest bi xencerê dide û bî xencerê êrişi ser tankê dike, pişti ku Gulpî diçe ser tankê, tankek ditîr li piş da lê dide û li ser tankê Heme Gulpî jiyana xwe ji dest dide. Piştî Gulpî jiyana xwe ji dest dide, wî bi tankê ve girê didin, 15 km li pey tankê re dikişînîn heta navçeya Seyîd Sadiq, li vir cenazeyê Gulpî sê rojan li ber tavê dihêlîn. Piştre bi alîkariya oldarên navçeyê, cenazeyê Gulpî tê girtîn û defin dikin.