Li hember 34 canan 45 redên wijdanî!
Li hember 34 canan 45 redên wijdanî!
Li hember 34 canan 45 redên wijdanî!
Di duwemîn salvegera komkujiya Roboskî de ji bo bîranîna 34 kesên ku di encama bombebarana balefirên şer yên dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dayîn 45 kesan reda xwe ya wijdanî aşkere kirin. Di nava yên reda xwe ya wijdanî aşkere kirîn de Seroka Şaredariya Nisêbînê Ayşe Gokhan jî hebû.
Bangewaziya aktivîstê aştiyê Îbrahîm Yaylali a bi navê “li hemberî 34 canan em li 34 redvanên wijdanî digerîn” ku du hefte pêş komkujiyê dabû destpê kirin, bersiv girt. Metna hevpar a Însiyatîfa Reda Wijanî ya Roboskî ku 38 kesan îmze kirin reda xwe ya wijdanî aşkere kirin, metna însiyatîfa Reda Wijdanî a Amedê 7 kesan îmze kirin.
Di nava yên ku metna îmzeyan a Roboskî îmze kirinî de hebûna navê Seroka Şaredariya Nisêbînê Ayşe Gokkan jî bal kişand.
Li ser navê Însiyatîfa Reda Wijdanî a Roboskî Faruk Encu daxuyanî da û got ku, “Em didema komkujiya Roboskî 2. sala xwe dagirtî dene. Kujer du salin dinava me de destên xwe dihejînin digerin.”
Însiyatîfê ku gotina kekê Celal Encu Îsa Encu dema ku di sala yekem a komkujiyê de gotibû: “Ev dewlete komkujer, dixwaze bila weke leşker yan jî cerdevanî be, yan dixwazî dema aştiyê yan jî şer be ji vir ji hemû raya giştî radigehînim ku ez çeka wê nagirim, reda xwe ya wijdanî radigehînim” û got ku Îsa Encu “ Diyar kiriye ka wê ji komkujeran çewan hesab were pirsîn guzergeha wê nîşand dabû.”
Encu ku got, “dewlet îro bi hemû hêza xwe li dijî Kurdan êriş dike” û diyar kir kesên ku jin yan jî zilan reda xweya wijdanî bi karanîne “ bawer dikin ku ev mekanîzma şer a ku heye roja îro bê rawestîn û bi xwîna gelan jiyan tenê dema hate redkirin wê ev xeleka komkujiyan were şikandine.”
Encu wiha got: “Ji vir ew cerdevanên ku bûne beşekî ji vê pêvajoya militarist yan jî kesên ku zarokên xwe dişînin leşkeriyê û kesên ku ji bo du derheman dibine mekanizmaya vê şerî carekî din ji vir bang dikim. Ev çêkera ku ev welate vegerandiye goristana vî gelî çeka wê negirin, red bikin. Ger we çeka wan girtibe jî gavek ji adin pêştir ji vê şaştiyê vegerin. Ev li vir carekî din qêr dikîn “leyistoka şer” xelas bû.”
Yên îmza avêtine evin:
UMÎT ENCU-ZEKÎ ENCU- ÎLHAN TOSUN- FARUK ENCU- FIKRET ENCU-FUNDA ENCU- BÊRÎVAN ENCU- CAHÎDE ENCU- ZEKÎ ÛRÛN- MÎNE KAYNAK (EDENE)- XETÎCE KAYMAK (AMED)- HUSEYÎN ENCU- NECAT ENCU- LEYLA ENCU- CÎHAN ENCÛ- TAYBET ENCU- FELEK ENCU- AYSEL ENCU- NAZIM ENCU- XANIM ENCU- KADRÎ ENCU- SEMÎRE ENCU- CAHÎT ENCU- EYLEM ENCU- KADER ENCU, SELCAN ENCU- ZEKÎ ENCU- BAHAR ENCU- ABDULLAH ENCU- MEHMET TAHIR TEKÎNHAN (AMED-LÎCE)- SEYHAN ÛREK- HACÎ ENCU- TANSU ÛREK- ŞÛKRAN ENCU- MERCAN ENCU- ABDULLAH ENCU- NEZÎHAT ENCU- AYŞE GOKKAN (SEROKA ŞAREDARIYA NISÊBÎNÊ)