Li hemberî dibistana Kurdî operasyona leşkerî

Li hemberî dibistana Kurdî operasyona leşkerî

Li gundê Kerwas ê navçeya Amed Liceyê ku ev saleke dibistana ji bo perwerdeya Kurdî tê çêkirin û wê îsal dest bi dayîna perwerdeyê bihata kirin, leşkerên artêşa Tirk bi maşînên zirxî derketin operasyonê.

Şêniyên gund nahêlin leşker nêzî dibistanê bibin û bi keviran bersivê didin leşekran. Hat ragihandin ku bi dehan maşînên zirxî li ser rê tên rawestandin. Li ser bersivdayîna gel, leşkeran xwe vekişandin û rêya bejahî ya gundên Sisê, Kerwas, Cinêzur û Nenyas ji aliyê leşkeran ve li çûn û hatinê hat girtin. Tengezariya li herêmê dewam dike.