Li hemberî hevseroka PYD’ê nêzikatiyên keyfî

Li hemberî hevseroka PYD’ê nêzikatiyên keyfî

 Hevseroka PYD’ê Asya Ebdullah ku ji bo mitînga 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê ku dê sibe li Amedê bê lidarxistin hatibû vexwendin, li ser sinorê Dirbêsiyê ji aliyê rayedarên Tirk ve bi hinceta ku ji Wezareta Karên Derve destûr nehatiye girtin, 3 saetan hate rawestandin. Asya Ebdullah piştre jî birin Şaxa Biyaniyan a Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê.

Asya Ebdullah, ji bo derbasî Bakûrê Kurdistanê bibe û biçe Amedê îro çû Deriyê Sînor ê Dirbêsiyê yê di navbera bajarê Dirbêsiyê yê Rojava û bajaroka Dirbêsiya  girêdayî navçeya Qosera Mêrdînê ya Bakûr de ye. Asya Ebdullah piştî ku derbasî aliyê Bakûr bû ji aliyê rayedarên Tirk ve bi saetan li ser sînor hate rawestandin. Asya Ebdullah û heyeta pê re ku bi îdiaya “ji Wezareta Karên Hundir destûr nehayite girtin” 3 saetan li ser sînor hate rawestandin, piştî ku belgeyên hatin xwestin ji Fermandariya Hidût a Deriyê Sînor ê Dirbêsiyê hatin, destura derbasbûna Asya Ebdullah hate dayîn.

Heyeta ku piştî saetan derbasî aliyê Bakûr bû, ji aliyê Parlamentera BDP’ê ya Amedê Nursel Aydogan, Hevserokê BDP’ê yê Mêrdînê Reşat Kaymaz, Wekîla Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Hafîze Îpek, Şaredarê Qoserê Ferhan Tirk, Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan û rêveberên BDP’ê ve hatin pêşwazîkirin.

Hevseroka PYD Asya Ebdullah û heyeta pê re piştre birin Qereqola Cendirmeyan Sînor a Şenyurtê. Heyeta ku li vir jî demekê hate rawestandin, piştre birin Şaxa Biyaniyan a Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê.

Çav li rê ye ku piştî muameleyên li vir, heyet derbasî Amedê bibe