Li Hênê ji bo gerîlayên HPG’ê merasima bîranînê
Li Hênê ji bo gerîlayên HPG’ê merasima bîranînê
Li Hênê ji bo gerîlayên HPG’ê merasima bîranînê
Li Hênê ji bo 4 gerîlayên HPG’ê yên di sala 2012’an de di encama êrîşa li hemberî Qereqola Arica de jiyana xwe ji dest dabûn, MEYA-DER’ê merasimek ya bîranînê li darxist.
Di pêşengiya MEYA-DER de li navçeya Hênê ya Amedê ji bo 4 gerîlayên HPG’ê yên di sala 2012’an de di êrîşa li hemberî Qereqola Arica de jiyana xwe ji dest dabûn merasimeke bîranînê hat lidarxistin. Di bîranîna ku li navenda bajêr hat lidarxistin de ligel bi sedan hemwelatiyan, malbata gerîla HPG’ê Askerî Mengî (Serxwebûn Hanî), Parlamenterê Amedê yê BDP’ê Altan Tan, rêveberên BDP’ê yên bajar û navçeyan, endamên DÎAY-DER, Komeleya 78’an a Amedê amade bûn.
Li qadê wêneyên gerîlayên HPG’ê Askerî Mengî (Serxwebûn Hanî), Hiyam Seyda (Cana Welat), Evîn Gokyuz (Hebûn Argeş), Turgut Gokalp (Delîl Botan) hatin daliqandin. Di bîranînê de ji aliyê melayên DÎAY-DER ve mewlûda bi kurdî hat xwendin. Di bîranîna bi rêzgirtinê destpê kir de Mehmûd Mengî bavê gerîlayê HPG’ê Mengî got; "Kurê min zarokê 4 parçeyên Kurdistanê ye. Daxwaza min ew e ku tevayî Kurd li bîranînên şehîdan xwedî derkevin.”
Parlamenterê Amedê yê BDP’ê Tan jî di axaftina xwe de gerîlayên HPG’ê yên jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û hikûmeta AKP’ê di pêvajoya hatiye xitimandin de rexne kir. Tan ev xusûs nîşan da: "Bi hezaran hevalên me di girtîgehê de ne, bi hezaran hevalên me li çiyayan in û hûn hîn jî ji me re dibêjin, li benda hilbijartinên serokkomariyê, parlamenteriyê û şaredariyan bin. Em dibêjin, ‘Temam em ê li benda we bin; lê hûn di mijara daxwazan de soz didin?’ dibêjin, ‘Na, em soz nadin.’ Heta em mafên xwe bi dest bixin wê têkoşîna me berdewam bike.”
Serokê MEYA-DER Necmettîn Alkan jî di şexsê gerîla Mengî de hemû gerîlayên HPG’ê yên jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî. Alkan got, “Xebat Serxwebûn zarokê van çiyayan bû. Li vê herêmê cenazeyê gelek hevalên me hene. Ji wan gundan kesên gor an jî sicîlên wan zanibin hebin bila agahiyê bidin me.”
Piştî xwarin û duayan bîranîn bi dawî bû.