Li her devera Geverê bend hatin danîn

Li her devera Geverê bend hatin danîn

Li Geverê, ji ber qetilkirina Mehmet Reşît Îşbîlîr û Veysel Îşbîlîr ji aliyê polîsên Tirk ve, ev sê roj in tengezarî dewam dike. Di serî de rêya Îran û Şemzînanê li gelek nuqteyên navçeyê bend hatin danîn.

Li navçeya Colemêrg Geverê, ku di 6'ê Kanûnê de Mehmet Reşît Îşbîlîr û Veysel Îşbîlîr ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin û Bemal Tokçû ê di dema merasîma cenaze de ji ber guleya polîsan bi giranî birîndar bû, ciwanan bend danîn. 

Di navbera ciwanan û polîsan de dem bi dem pevçûn rû didin. Di serî de Kolana Cengîz Topel, Xaçerêya Oremar, rêya Şemzînan, Taxa Esentepe, rêya îranê li gelek nuqteyên navçeyê ciwanan bend danîn û agir dadan. Polîsan bi fîşekên plastîk û bombeyên gazê êrîşî ciwanan kirin.

Ciwanan jî bi molotofkokteyl û keviran bersiv dan polîsan. Ciwanan gelek dîrekên mobese hilweşandin. Ciwan dirûşmên "Şehîd namirin", "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne", "Bijî Serok Apo" diqîrin, tengezariya li navçeyê dewam dike.