Li herêma Çilaxa pevçûn

Li herêma Çilaxa pevçûn

Hate ragihandin ku komên çete li gundê Sefa yê Çilaxa bi çekên giran û tankan êrîş pêk anîne û li ser bersivdayîna hêzên YPG'ê şer derketiye.

Li gorî agahiyê ji herêmê hatin wergirtin, komên çete saet derdora 18.45'an de li gundê Sefa yê 17 kîlometreyan dikeve başûrê bajaroka Çilaxa ya Girkê Legê êrîş pêk anîn.

Hate ragihandin ku li ser êrîşa ku bi çekên giran û tankan pêk hat, hêzên YPG'ê jî bersiv dan û pevçûnên dijwar derketin.

Tê gotin pevçûn hîn didomin.