Ofîsa Îstatîstîkên Ewropayê Eurostat ragihand ku rêjeya bêkariya aktîf ya li herêma Euroyê di meha nîsanê de gihiştiye ji sedî 11’ê.
Li gorî hesabên Eurosatê, ji serê nîsanê ve, 17,40 milyon mirov bê kar in. Ev yek jî nîşan dide ku li gorî meha borî, hejmara bêkaran 110 hezar zêde bûye.
Ji destpêka avakirina Herêma Euroyê ta roja îro, tu carî rêjeya bêkariyê negihiştibû ji sedî 11’yê. Lê vê hejmara zêde ji ber krîza mezin, pisporan matmayî nehişt.
Dı nava salekê de li vê herêmê 1.8,79 milyon kes bê kar man. Di vî warî de Spanya bi rêjeya ji sedî 24,3 welatê yekemîn e.
Li Yewnanîstanê ji meha sibatê ve rêjeya bêkariyê ji sedî 21,7 e. Rêjeya herî kêm 3,9 a li Awusturyaê ye.