Li herêma Kobanê 10 çekdar hatin kuştin 2 doçka hatin ruxandin

Li herêma Kobanê 10 çekdar hatin kuştin 2 doçka hatin ruxandin

Hate ragihandin ku di pevçûnên li herêma Kobanê piştî êrîşên komên çekdar destpê kirin de, heta niha 10 çekdar hatine kuştin û 2 wesayîtên doçka hatine ruxadin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê girtine, piştî êrîşên çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El Şam/Eniya El Nusra yên li ser gundên Qanaya û Îlacax ku 30 kîlometre dikeve rojavaya Kobanê, pevçûn di navbera van koman û hêzên YPG’ê dom dikin. 

Pevçûn her wiha li dora gundê Degirmen jî belav bûye .

Hate hînbûn ku di pevçûnan de heta niha 10 endamên komên çekdar hatine kuştin û 4 cenazeyên wan di destê YPG’ê de ne. Her wiha li gundê Ilecax 2 wesayîtên doçka hatin ruxandin.