Li herêma Koçerat a Dêrikê 11.578 îmze ji bo azadiya Ocalan
Li herêma Koçerat a Dêrikê 11.578 îmze ji bo azadiya Ocalan
Li herêma Koçerat a Dêrikê 11.578 îmze ji bo azadiya Ocalan
Komîteya Berhevkririna Îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, di çarçoveya kampanyayê de li herêma Koçerat a Dêrikê 11 hezar 578 îmze berhev kirin.
Komîteya Berhevkirina Îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan li herêma Koçerat a Dêrkê der barê xebatên xwe de daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de hate gotin ku tevî plan û êrîşên li dijî îradeya gelê kurd pêk tên jî, gelê kurd ji bo parastina destkeftiyên xwe û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan di nava xebatan de ye.
Di berdewama daxuyaniyê hate destnîşankirin ku di qonaxa yekemîn a berhevkirina îmzeyan a li herêma Koçeratan de 11 hezar û 578 îmze hatin berhevkirin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ji bo komkirina îmzeyan dest bi qonaxa duyemîn hatiye kirin û wê komkirina îmzeyan dom bike.
Di daxuyaniyê de li ser koçberiya ji Rojavayê Kurdistanê jî hate rawestîn û hate gotin ku hinek alî dixwazin Rojava vala bikin û kembera erebî bi destê hêzên Îslamî dûbare bikin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku pêwîste gelê kurd piştgiriya hêzên YPG'ê bike û li dijî êrîşan li berxwe bide. Di dawiya daxuyaniyê de bal hat kişandin ku azadiya gelê kurd bi azadiya Ocalan ve girdayî ye û çiqasî plan mezin bibin jî dê gelê kurd dest ji doza azadiya Ocalan bernede.