Li Herêma Kurdistanê dengdayîn bi pirsgirêk destpê kir
Li Herêma Kurdistanê dengdayîn bi pirsgirêk destpê kir
Li Herêma Kurdistanê dengdayîn bi pirsgirêk destpê kir
Li Herêma Kurdistana Federal, du roj beriya hilbijartinên parlamentê yên 21'ê Îlonê, hêzên ewlekariyê çûn ser sindoqan.
Hêzên Asayîş, Pêşmerge û Polîsan, îro saet ji 07.00 û pê ve dest bi dayîna dengan kirin. Lê belê di kar û barên dayîna dengan de pirsgirêkên cidî rû dan.
Ji ber pirsgirêka di cîhazên elektronîk de, bi sedan pêşmerge, polîs û leşker li ber buroyên dengan civiyan.
Hat hînbûn, ku li Silêmanî, Duhok, Hewlêr, Zaxo û gelek bajarên din, ji ber pirsgirêkên teknîkî yên di van cîhazan de, kar û barên dengdayînê bi giranî dimeşin. Tê gotin ku eger pirsgirêk çareser nebe, dê dayîna dengan heta saet 17:00 dewam bike.
Fikar tê kirin ku ev pirsgirêka teknîkî ya li cîhazên elektronîk di 21'ê Îlonê de rû bide.