Li herêma Qestel Cindo şer didome

Li herêma Qestel Cindo şer didome

 Piştî çalakiya hêzên YPG’ê ya ku serê sibehê li ser daxwaza gundiyên gundê Meerîn, li dijî komên çete yên DAIŞ’ê pêk hat, şer û pevçûn li herêma Qestel Cindo didomin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin şêniyên gundê Merin ê girêdayî Ezaz a Helebê li dijî komên çete duh ji hêzên YPG’ê alîkarî xwest. Li ser vê yekê hêzên YPG’ê li dijî bargeha komên çekdar ên DAIŞ’ê a li gund çalakî lidarxist. Hate gotin ku di encama çalakiya ku duh di saetên êvarê de destpê kir  hate saetên sibehê dom kir de 19 endamên DAIŞ’ê hatine kuştin û gelek jî birîndar bûne. Her wiha di çalakiyê de 3 wesayîtên di wargehê de hatin ruxandin.

Çavkaniyên herêmê ragihandin ku piştî çalakiya ku li nêzî gundê Qestel Cindo çêbû, şer û pevçûnên di navbera hezênê YPG’ê û komên çete de li dora Qestel Cindo didomin. Hate ragihandin ku komên çete çekên giran, topan û tangan bikar tînin û şer bi dijwarî dewam dike.

Li aliyê din hate gotin ku 5 topên ku ji aliyê Ezazê ve hatine avêtin li derdora gundê Baflon ê girêdayî navçeya Şera ya Efrînê ku şêniyên wê kurdên êzidî ne ketine. Çavkaniyan diyar kirin ku ji gundê Baflonê welatiyê bi navê Henan Etman ji ber tirsê di encama xwînîbûn mejî de jiyana xwe ji dest daye.