Li herêma Til Îd pevçûn berdewamin
Li herêma Til Îd pevçûn berdewamin
Li herêma Til Îd pevçûn berdewamin
Şerê ku duh li gundên Til Îd, Becariyê, Uwêniyê û Rihêba Zahir bi êrîşên komên çete re di navbera wan û hêzên YPG'ê de destpê kirinbûn hîn didomin.
Li gorî agahiyên ku ji herêmê bi dest ketine, piştî ku hêzên YPG'ê duh gundê Uwêniyê rizgar kir, şer û pevçûn li gundên Becariyê, Rihêba Zahir û derdora Til Îd dom kirin. Hate ragihandin ku şer heta saetên serê sibehê bi dijwarî dom kirin û hinek çete reviyan e. Her wiha hate gotin ku kuştî û birîndarên komên çeteyên êrişkar hene, lê agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Hate ragihandin ku şerê li gundên Becariyê û Rihêba Zahir hîn didome.
Komên çete duh di saetên serê sibehê de êrîşî gundê Til Îd ê li başûrê Qamişlo kiribûn û xwestibûn bikevin gund. Li ser vê yekê hêzên YPG’ê bersiv da û şer derket. Piştî bersivdayîna hêzên YPG’ê komên çete xwe paşve kişandibûn. Lê saet derdora 15.00’an de dîsa êrîş kiribûn.
Piştî ku komên çetan xwestin ji gundên Becariyê, Uwêniyê û Rihêba Zahir êrîşî gundê Til Îd bikin, hêzên YPG’ê bersiva êrîşan da û li heman gundan operasyona paqijkirina komên çete dabû destpêkirin.
Di operasyonê de gundê Uwêniyê ji aliyê hêzên YPG’ê ve ji komên çete hatibû rizgarkirin.