Li herêmên gerîla tevgera leşkerî

Li herêmên gerîla tevgera leşkerî

Hat ragihandin balafirên şer ên artêşa Tirk li ser herêma Zagrosê ya di bin kontrola gerîla de ye, geriyane.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, di 8'ê Cotmehê saet di navbera 15.00 û 16.00 de balafirên şer ên artêşa Tirk li ser herêma Zagrosê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê geriyane.

Hat ragihandin di şeva 7-8'ê Cotmehê saet di navbera 00.00 û 01.00 de balafirên keşfê yên artêşa Tirk li herêma Sariksi-Qiresariksû ya navçeya Wan Bazîdaxayê firiyane.