Li herêmên gerîlayan liv û tevgera hewayî

Li herêmên gerîlayan liv û tevgera hewayî

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê ragihandin ku, balefirên keşfê ên artêşa Tirk di navbera dîrokên 8-9’ê Cotmehê de bênavber li ser qadên gerîlayan keşif kirine.

HPG-NÇR da diyarkirin ku, 9’ê Cotmehê di navbera demjimêrên 14:00 û 16:00’an de balefirên şer ên artêşa Tirk li ser herêma Zap ya ser bi Herêma Parastina Medyayê ve firiyane. HPG-NÇR’ê di daxuyaniya dayî de got: “Weke din jî ev 3 roje balefirên keşfê li ser herêma Zapê keşfê dikin.”

HPG’ê da zanîn ku, di navbera dîrokê 8-9’ê Cotmehê de balefirên keşfê ên bê mirov ên “aydê artêşa Tirk ya dagirker” li ser herêmên Xakurkê, Heftenîn û Garê keşfê dikin û wiha berdewam kir: “9’ê Cotmehê di demjimêr 19:00-19:30’an de balefirên şer ên artêşa Tirk ya dagirker li ser herêma Zapê ya ser bi Herêma Parastina Medyayê firiyane. Weke din jî balefirên keşfê ji şevê heya sibehê li ser herêma Zagrosê keşif kirine.”