Li Herêmên Parastina Medyayê 15'ê Tebaxê hate pîrozkirin

Li Herêmên Parastina Medyayê 15'ê Tebaxê hate pîrozkirin

Pêngava 15'ê Tebaxê, ji aliyê gel û gerîla ve li herêma Çemço ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bi çoş û kelecanekê mezin hate pîrozkirin.

Bi armanca 29’emîn salvegera Cejna Vejînê 15’ê Tebaxê ku destpêka şerê çekdarî yê têkoşîna PKK’ê ye, li devera Çemço ya Herêmên Parastina Medya bi amadebûna jin, zarok, ciwan, zilam û gerîlayan pîrozbahiyek hat lidarxistin. Di bernameya pîrozbahiya 15’ê Tebaxê de, fermandarên HPG û YJA-STAR’ê Sebrî Tendurek û Leyla Amed amade bûn  û nûnerê Kongereya Neteweyî a Kurdistan Dr. Kamûran Berwarî û nûnerên PÇDK’ê Îbrahîm Oremarî û Ehmed Rêkanî jî beşdarî bernameyê bûn. 

Bernama pîrozbahiyê bi axaftina Fermandarê HPG’ê Sebrî Tendurek a li ser dîroka Cejna Vejînê pêngava 15’ê Tebaxê hate destpêkirin. Tendurek diyar kir kû pêngava 15’ê Tebaxê bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û fermandarê mezin Mahsûm Korkmaz ve hatiye avêtin û eger gelê Kurd niha li hemû aliyên cîhanê daxwaza azadiya xwe dikin bi saya pêngava 15’ê Tebaxê ye. 

Piştî axaftina Tendurek dest bi bernameya pîrozbahiyê hate kirin. Ji Bakûr û Başûrê Kurdistanê 14 kom û hûnermend beşdarî bernama pîrozbahiya 15’ê Tebaxê a Çemço bûn. Koma Zap, Koma Penaber a Mexmûr, hunermend Ehmed Zêbarî, hozan Remzî, Hemîdo, Hemîd Diyana, Mesûd Gever, Behya Gever û gelek hunermendên din derketin ser dikû û stranên xwe pêşkeş kirin. Piştre ji aliyê koma şanoyê ya gerîla ve li ser wateya 15’ê Tebaxê şanoyek hate pêşkeş kirin. Şanoya gerîlayan bi baldarî hate temaşe kirin. 

Piştre ji aliyê endamê KNK’ê û namzetê Duhokê yê Partiya Çareseriya Demokrata Kurdistanê (PÇDK) Dr. Kamûran Berwarî li ser girîngiya 15’ê Tebaxê axivî. Her wisa Berwarî di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya Kongreya Netewî a Kurd ku wê di meha pêşiya me de were li darxistin. Berwarî bal kişand ser rewşa Rojavayê Kurdistan, êrîşên komên çete şermezar kir û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di mijara venekirina Deriyê Sêmalka de hişyar kir û bang lê kir ku di demek nêz de derî veke. 

Bernama pîrozbahiya 15’ê Tebaxê bi govenda hevbeş ya gel û gerîla bi dawî bû.