Li Herêmên Parastinê yên Medya tevgera balafirên şer
Li Herêmên Parastinê yên Medya tevgera balafirên şer
Li Herêmên Parastinê yên Medya tevgera balafirên şer
Balafirên şer û yên bêmirov ên aîdî artêşa Tirk li ser Herêmên Parastinê yên Medya keşif pêk anîn. Li gel vê operasyona li Besta hatibû destpêkirin bê encam vekişiya. Helîkoptereke Skorsky a bi armanca keşifê li Herêmên Sergelê, Kola û Çeta yên girêdayî Agirî digeriya rastî bersiva hêzên gerîla hat. Helîkoptera ku derb xwar ji herêmê dûr ket.
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG’ê (NÇR-HPG) a daxuyaniyeke nivîskî weşand, ragihand ku 10’ê Îlonê saet di navbera 08.00 û 17.00’an de, 11’ê Îlonê saet di navbera 09.30 û 16.00’an de balafirên bêmirov ên artêşa Tirk li Herêmên Parastinê yên Medya li herêma Avaşîn keşif pêk anîne. Li gel vê 11’ê Îlonê saet di navbera 19.00 û 00.00’an de tevgera balafirên bêmirov bi awayekî zêde li ser herêma Zapê çêbûye.
NÇR-HPG got: “10’ê Îlonê saet di navbera 11.40 û 11’ê, Îlonê saet di navbera 08.30 û 09.00’an de balafirên şer ên aîdî artêşa Tirk li ser herêma Avaşîn a girêdayî Herêmên Parastinê yên Medya geriyane. Dîsa 11’ê Îlonê saet di navbera 08.00 û 08.30’an de li herêma Zagros, saet 11.00’an jî li herêma Metîna balafirên şer geriyane.”
OPERASYONA LI BESTA BÊ ENCAM VEKIŞIYA
NÇR-HPG diyar kir operasyona artêşa Tirk a 12’ê Îlonê (îro) a li herêma Besta ya girêdayî Botanê bê encam vekişiyaye. NÇR-HPG têkildarî tevgera leşkerî ya li Agirî jî ev agahî da: “Di heman demê de 11’ê Îlonê saet 15.00’an helîkopterên Skorskî yên artêşa Tirk a dagirker hewl dane li herêmên Sergelê, Kola û Çate yên girêdayî Agirî keşfan pêk bînin. Li ser bersiva hêzên me yên gerîla helîkopterek hatiye derbkirin û paşê helikopter ji qadê dûr ketine.”