Li Herêmên Parastinê yên Medya tevgera balafirên şer û keşfê
Li Herêmên Parastinê yên Medya tevgera balafirên şer û keşfê
Li Herêmên Parastinê yên Medya tevgera balafirên şer û keşfê
NÇR-HPG aşkera kir ku 8’ê Îlonê balafirên şer ên aîdî artêşa Tirk li herêma Zapê ya girêdayî Herêmên Parastinê yên Medya geriyane. Dîsa li herêmê 8’ê Îlonê saet ji 23.00’an heta niha balafirên bêmirov keşfan pêk tînin. Hat ragihandin ku artêşa Tirk li herêmên Qereqola Bîlîcan, Girê Masî, Girê Munzur û Girê Hilal ên girêdayî Çelê bi hewan û obusan bombebaran kiriye. Her wiha ji Girê Meymûn, Girê Şehîd Ronahî, Şehîd Welat û Şehîd Kengal ên li ser xeta Qilaban hatine bomberankirin.
NÇR-HPG bi daxuyaniyekê diyar kir di 8’ê Îlonê saet di navbera 05.00 û 06.00’an de herêmên Qereqola Bîlîcan, Girê Masî, Girê Munzur û Girê Hilal ên girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê bi obus û hewanan hatine bombardûman û wiha dewam kir:
“Di bombardûmanê de artêşa Komara Tirkiyeyê derdora qereqolê serûber gulebaran kiriye. Di encama vê de erazî şewîtiye û şewat heta niha didome. Dîsa 8’ê Îlonê saet di navbera 11.30 û 14.30’an de li ser xeta Qilaban a Şirnexê ji Girê Meymûn ê di kontrola artêşa Tirk de Girê Şehîd Ronahî, Şehîd Welat û Şehîd Kendal hatiye bombekirin.” Dîsa di daxuyaniyê de hat gotin ku heman rojê saet di navbera 21.00 û 22.00’an de ji Girê Meymûn herêma Şehîd Kendal ji nû ve hatiye bombebarankirin.
NÇR-HPG diyar kir ku 8’ê Îlonê saet di navbera 20.30 û 21.30’an de balafirên şer ên aîdî artêşa Tirk li ser Herêmên Parastinê yên Medya geriyane. Hat ragihandin ku balafirên keşfê ji 8’ê Îlonê saet ji 23.00’an ve li ser herêmê bi armanca keşfê digerin, tevgera wan didome.