Li Herêmên Parastinê yên Medya trafîka balafirên keşfê
Li Herêmên Parastinê yên Medya trafîka balafirên keşfê
Li Herêmên Parastinê yên Medya trafîka balafirên keşfê
HPG, da xuyakirin ku li Herêmên Parastinê yên Medya balafirên keşfê yên artêşa Tirk bi awayekî zêde digerin. HPG’ê her wiha da xuyakirin ku li Erzirom û Erdexanê jî xebatên kontrawarî zêde bûne.
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê di daxuyaniya nivîskî de destnîşan kir ku li Herêmên Parastinê yên Medya gera balafirên keşfê zêde bûne.
Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: "Di 10-11’ê Tebaxê de li Herêmên Parastinê yên Medya li qadên Heftanîn, Metîna û Garê balafirên keşfê yên artêşa Tirk pir zêde geriyane û piştî gera balafirên keşfê herêm bi hewan û obûsan hatine bombebarankirin.
HPG’ê di daxuyaniya xwe de derbarê tevgera leşkerî ya li Bakurê Kurdistanê de jî ku agahî da wiha berdewam kir, "Li derdora navçeya Şenkaya ya Erziromê yekîneyeke kontra ya girêdayî artêşa Tirk hewl dide li ser navê me tevbigere, her wiha tevgera yekîneyên kontra li zozana Senemoglu ya girêdayî Erdexan Gole zêde bûne.”