Li Herîr PÇDK'ê buroya xwe vekir
Li Herîr PÇDK'ê buroya xwe vekir
Li Herîr PÇDK'ê buroya xwe vekir
Duh li navçeya Herîrê bi tevlîbûna girseya gel PÇDK'ê bûroya xwe a hilbijartinê vekir. Di merasîma vekirinê de namzetên PÇDK’ê yên Hewlêrê Hesen Saleh Hesen û Şakir Mistefa Mewlûd, nûnerên PYD’ê û BDP’ê amade bûn.
Partiya Çareseriya Demokrata Kurdistanê (PÇDK), bi kerwanê ji wesayîtên bi alên PÇDK’ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin xemilandin, di navçeyên Selehedîn û Şeqlawe re çûn navçeya Herîrê. Namzetên Hewlêrê yên lîsta 113 ya PÇDK’ê yên bajarê Hewlêrê, Şakir Mistefa Mewlûd û Hesen Saleh Hesen tevlî merasîma vekirinê ya bûroya PÇDK’ê a Herîrê bûn. Di merasima vekirinê de her du namzetên PÇDK’ê axivin û projeyên xwe ji girseyê re anîn ziman. Piştî merasima vekirinê ji bo xwe dana naskirinê namzetên PÇDK’ê çûn pêşiya girseyê û derbarê proje û bernameyên xwe de ji gel re axivin.
Namzetê Hewlêr Şakir Mistefa Mewlûd bi nasnav Mam Hejar diyar kir ku PÇDK ji bo xebateke li ser rastî û heqîqetan bi rê ve bibe di nav xebateke mezin de ye û got: " Bê berjewendî tenê ji bo xizmeta gel û welat xebat tên meşandin. Ji bo neheqya li hemberî gel bi dawî bibe wê PÇDK di parlamentoyê de jî xebateke li ser esasên rastiyê bimeşîne. Her tim tevî ku rastî êrîş û astengiyan hatiye jî tawîz ji rêgezên xwe û xebata ji bo gel berneda.” Herwiha Mam Hejar got ku: “Di roja me de yên li ser navê gel di parlamentoyê de ne tenê li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin. Bi PÇDK’ê re wê ev zilm û neheqiya li hember gel ji holê rabe.Li Rojavayê Kurdistan gelê kurd ji bo maf û xaka berxwedaneke mezin nîşan dide û em vê berxwedana wan silav dikin.”
Piştî axaftina Mam Hejar, namzetê Hewlêrê Hesen Saleh Hesen wiha got; “Em wek PÇDK’ê dixwazin ku bi her awayî sîstemeke ji bo gel bê avakirin. Di aliyê perwerdeyê bigirin heta rewşenbirî, hawirdor û hwd. em nizameke nû dixwazin. Di nav 22 salan de partiyên heyî ji bo gelê kurd tiştek nekirin tenê li gor berjewendiyên xwe tevgeriyan. Gendelî, zext û astengkirina mafê gel ji bo xwe kirin hedef. PÇDK’ê ji bo rê nede van tiştan bi hewldaneke mezin xebatan bi rê ve dibe û wê bibe jî. Her wiha zext û êrîşên li hemberî jinê bi her awayî zêde ku li Başûrê Kurdistanê bi dawî bûne di nav civakê rê li ber xetereyên mezin vekiriye. PÇDK ji bo ev zext û êrîşên li dijî jinê bi dawî bibin xwedî armanc û soze.”
Li ser navê Wargeha Penaberan a Şehîd Rûste Mêrxas Adamiş jî axivî û gotinên xwe bi vî awayî bilêvkir; “Em wek Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem xebatên PÇDK’ê silav dikin. Ji bo berjewendiyên gel ku li ser esasên azadî û wekheviyê xebatan bi rê ve dibe em hêvîdar in bibe nefeseke nû ji bo Kurdistan.”
Piştî axaftvanan, merasîm bi dirûşmên “Bijî Çareserî”, “Bijî Lîsta 113”, “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.