Li Hêşatê operasyona leşkerî destpêkir
Li Hêşatê operasyona leşkerî destpêkir
Li Hêşatê operasyona leşkerî destpêkir
Li gundê Hêşatê yê Berwariya Sêrtê piştî 4 karkerên înşaeta qereqolê hatin girtin, li herêmê operasyona leşkerî hat destpêkirin.
Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmê li gundê Hêşatê yê Berwariya Sêrtê 4 karkerên înşaeta qereqolê, şevê din ji aliyê komek kesên çekdar ve hatin girtin. Piştî karker hatin girtin, li herêmê operasyona leşkerî hat destpêkirin. Şevê din li derdora seat 18.00-20.00'an de komek çekdar li gundê Hêşatê bi ser înşaeta qereqola cendirmeyan de girt û 4 karker bi xwe re birin. Hat zanîn ku koma çekdar piştî teqemenî di qereqolê de bi cih kirin dûr ketin. Hat zanîn ku 4 karker di seat 21.00'an de serbest hatin berdan.
Piştî vê yekê li herêmê operasyonek berfireh hate destpêkirin. Operasyon hêjî berdewam dike.