Li Hesekê 4 ciwan hatin qetilkirin
Li Hesekê 4 ciwan hatin qetilkirin
Li Hesekê 4 ciwan hatin qetilkirin
Li Hesekê yek ji wan kurd û 3 jî ereb 4 ciwan ji aliyê kes an jî kesên nediyar ve hatin qetilkirin.
Li bajarê Hesekê ciwanê kurd ê bi navê Hazim Mesûm Şêxanî û 3 hevalên xwe yên ereb hatin kuştin. Li gorî agahiyên ku malbata ciwanê kurd Hazim Mesûm Şêxanî dane bûyer wiha qewimî:
“Duh êvarê 3 ciwanên bi eslê xwe ereb mêvanê mala Hazim ya li Taxa Ezîziyê bûn. Di saetên şevê de Hazim Mesûm Şêxanî, ji bo ku 3 hevalên xwe bi wesayita xwe ya kar bigihîne mala wan a li Taxa Xwêran ku piraniya şêniyên wê Erebin, ji malê derket. Lê Hazim wê şevê venegeriya mal xwe.”
Îro di saetên sibê de 3 ciwanên ereb ên mêvanên Hazim bûn, li Çerxeriya Panorama bi awayekî kuştî hatin dîtin.
Li aliyê din kesekî ku navê xwe negot, bi telephone li malbata Hazim Mesum geriya û ji malbatê re got ku kurê wan li Dêr Elzorê hatiye kuştin. Li ser vê yekê malbata Hazim çûn bajarê Dêr Elzorê û cihê hatiye gotin. Malbatê li cihê ku hatiye gotin cenazeyê Hazim ê hatiye şewitandin û wesayîta wî dît.