Li Hesekê bi armanca şermezarkirina komkujiya Eşrefiyê meş
Li Hesekê bi armanca şermezarkirina komkujiya Eşrefiyê meş
Li Hesekê bi armanca şermezarkirina komkujiya Eşrefiyê meş
Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê bi hezaran kes bi armanca şermezarkirina komkujiya li Eşrefiyê û êrîşên komên çete li ser gelê Serêkaniyê her wiha silavkirina berxwedana YPG'ê ya li Serêkaniyê meşek li dar xistin.
Bi hezaran kes li bajarê Rojavayê Kurdistanê Hesekê bi armanca şermezarkirina komkujiya Eşrefiyê ku di encama topbarana balafirên rêjîma Bass de 22 kes jiyana xwe ji dest dan, êrîşên komên çete ku ji aliyê Tirkiyeyê ketine bajêr û êrîşî sivîlan kirin û silavkirna berxwedana gelê Serêkaniyê û şervanên YPG'ê ya li himber komên çete, meşek girseyî li dar xistin.
Piştî ku meş bi dawî bû meşvan kom bûn û peyam hatin dayin, destpêkê Endamê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Sebrî Efrînî axaftinek kir. Efrînî da zanîn ku gelê kurd rêça berxwedanê ji xwe re hilbijartiye, her wiha Efrînî diyar kir ku hêzên planger tu carî bi ser nakevin ji ber ku ciwanên kurd bi hemû hêza xwe kar û xebatê dike. Di dawiya axaftina xwe de komkujiya Eşrefiyê şermezar kir.
Piştî Efrîn Endama Yekîtiya Star Yisra Îlyas axivî û komkujiya li Eşrefiyê şermezar kir û da zanîn ku komên ku li Serêkaniyê bin ketin berê xwe dan taxên kurda yên Helebê lê bila baş bizanin ku ew tu carî biser nakevin.