Li Hesekê hêzên rêjîma Sûriyê êrişî benda Asayişê kirin

Li Hesekê hêzên rêjîma Sûriyê êrişî benda Asayişê kirin

Hêzên rêjîmê li bajarê Hesekê êrîşî bendeke Yekîneyên Parastina Gel (YPG) kirin. Li ser bersivdayîna YPG’ê şer derket û gelek êrîşkar hatin kuştin. Di pevçûnê de şervanekî YPG’ê û welatiyekî jî jiyana xwe jidest dan.

Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine girtin, hêzên rejîma Baas di saetên êvarê de li taxa Kellasê ya Hesekê êrîşî bendeke YPG’ê kirin. Li ser vê yekê hêzên YPG’ê jî bersiv da û şer derket. Di encama şer de gelek êrîşkar hatin kuştin. Di pevçûnan de şervanekî YPG’ê û welatiyekî sivîl jî jiyana xwe ji dest dan. Her wiha 2 welatî jî birîndar bûn. 

Hêzên rejîmê di heman saetan de êrîşî benda Asayîşê ya li taxa Til Hecer jî kirin. Di êrîşê de 2 endamên asayîşê birîndar bûn. Li ser bersivdayînê, hêzên rejîmê paşve reviyan.

Aloziya li herêmê didome.