Li Hesekê teqîn: Jinekê jiyana xwe jidest da
Li Hesekê teqîn: Jinekê jiyana xwe jidest da
Li Hesekê teqîn: Jinekê jiyana xwe jidest da
Li bajarê Hesekê li nêzî firina nan ya li ser riya Qamişlo teqînek pêk hat. Di encama teqînê de jinekê jiyana xwe ji dest da, du welatî jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, teqîn saet di 14,00’an de li ser riya Hesekê û Qamişlo pêk hat. Di encama teqînê de jina bi navê Meryem El-Cuma ya ji gundê Sefiya yê girêdayî Hesekê jiyana xwe ji dest da û du welatî jî birîndar bûn. Hate gotin ku welatiya jiyana xwe ji dest daye û yên ku birîndar bûne rêwî bûne û di dema teqînê de otobusa wan di wir re derbas dibû.
Li gorî agahiyên ku şahidên bûyerê dane, dema wesayîtek leşkerên rêjîmê di cihê herêmê re derbas bûye teqîn pêk hatiye, lê tu ziyan ne gihîştiye wesayîtê. Şahidan gotin ku perseyên bombeya hatiye teqandin li wesayîta rêwîyan ketine.