Li Hesekê topbaran: Jinek û zarokek hatin kuştin

Li Hesekê topbaran: Jinek û zarokek hatin kuştin

Hêzên rejîma Baasê li bajarê Hesekê Taxa Miftî ku piranî Kurd lê dijîn topbaran kir. Di encama topbaranê de jinek û dergûşek 3 rojî jiyana xwe ji dest dan, 5 kesên ku di nava wan de zarok jî hene birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên Asayîşa Sivîl a Hesekê dane şevê din li derdora demjimêr 20.00’an de 2 topên hawanê li Çerxerêşa Saha Şehîdan a Taxa Miftî ketin. Hate ragihandin ku, topek li mala welatiyê bi navê Ebdulkerîm Ebdulhelîm Elî ketiye, yek jî li çerxerê bixwe ketiye. Di encama topbaranê de jina bi navê Sultan û dergûşek 3 rojî jiyana xwe ji dest dan û 5 kesên di nava wan de zarok jî hene, birîndar bûn.

Ji birîndarên ku rakirina Nexweşxaneya Niştimanî ya bajêr û rewşa wan girane, navên kesên hatiye hînbûn evin: Jina bi navê Cîhan Hesen, zarokê bi navê Ebdurehîm Hesen. Hate gotin ku, destê Ebdurehîm Hesen jê bûye.

Piştî bûyerê hêzên YGP û Asayîşa Sivîl çûn cihê bûyerê û tedbîrên berfireh girtin. Her wiha pisporên bombeyê jî hatin cihê bûyerê. Hate ragihandin ku topek jî li Taxa Kelasê ketiye.

Di encama lêkolîna hatiye kirin de hate hînbûn hersê guleyên topan jî neteqiyane.

Çavkaniyên herêmî diyar kiribû ku, top ji aliyê Çiyayê Kewke ve hatine avêtin, lê li gorî agahiyên ku asayîşê dane êrîş ji aliyê gundê Ferhiyê ku 5 kîlometre dûrî bajêre ve hatiye pêkanîn.