Li Hesekê YPG’ê tûgay avakir

Li Hesekê YPG’ê tûgay avakir

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di çarçoveya xebatên birêxistinkirinê de li bajarê Hesekê jî tûgaya leşkerî ava kir.

Bi boneya avakirina tûgaya bi navê “Tûgaya Şehîd Felat” merasimek hate lidarxistin. Di merasima ku bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir de, rêveberên Desteya Bilind a Kurd, malbatên şehîdan û gelek welatî jî amaed bûn. Piştî rêzgirtinê dengê “Şehîd Felat” ku beriya çalakiya xwe ya fedayîtiyê hatibû qeydkirin, hate guhdarkirin.

Piştî guhdarkirina dengê Felat, daxuyaniya YPG’ê ji aliyê Xemgîn Ehmed ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku, îlana tûgayê rastî salvegera komkujiya Helebçe, şehadeta “Şehîd Felat û Îdrîs Reşo” hatiye û li ser girîngiya hêza parastinê hate rawestîn. Piştî daxuyaniyê ji fermandarên YPG’ê Şervan Hesekê axivî û bibîr xist ku, dîroka gelê Kurd bi komkujiyan tijeye û hemû qurbanî bibîr anîn. Hesekê anî ziman ku, ji bo ev komkujî neyên dubarekirin ew dê wekî YPG’ê xwe birêxistin bikin û heta bidestxistina azadiyê wê têbikoşin.

Şervan Hesekê di dawiya axaftina xwe diyar kir ku, sala 3’yemîn a şoreşa Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê wê bibe sala serkeftinê. 

Endamê Desteya Bilind a Kurd Ehmed Silêman jî di axaftina xwe de avakirina tûgayê pîroz kir û destnîşan kir ku, wê Tugaya Şehîd Felat hemû pêkhateyên herêmê biparêz e. Silêman da zanîn ku, gelê Kurd êdî bûye gelekî azad û wê biryarên xwe bixwe bide û wiha dom kir: “Gelê Kurd ji destpêka şoreşa Sûriyeyê heta niha alîgiriya aştî û azadiya hemû pêkhateyan dike. Em wekî gelê Kurd rê nadin tu kesî ku bibin sedema pevçûnên navxweyî. Yên ku li Sûriyeyê hebûna kurdan qebûl nekin, ew dijminên gelê me ne.” Silêman di dawiya axaftina xwe de got ku, YPG mîsogerkirina parastina rûmet û hebûna gelê Kurd e û wê hemû pêkhateyên din jî biparêz e.

Li ser navê malbata “Şehîd Felat” jî axaftin hate kirin û hêviya serkeftinê hate vegotin.