Li Hewlêr PÇDK’ê konê hilbijartinê veda
Li Hewlêr PÇDK’ê konê hilbijartinê veda
Li Hewlêr PÇDK’ê konê hilbijartinê veda
PÇDK di çarçoveya propagandaya hilbijartinên Parlementoya Herêma Kurdistanê de bê navber xebatên xwe didomîne. Bi vê boneyê li Hewlêrê konê hilbijartinê vekir.
Partiya Çareseriya Demokrata Kurdistan (PÇDK) piştî ku starta propagandaya hilbijartinên Parlementoya Herêma Kurdisanê hate dayîn, li hemû deverên Hêrêma Kurdistanê xebatên xwe yên hilbijartinê bi lez kir. Di vê çarçoveyê de PÇDK’ê îro di demjimêr 10:00’ê de li Semta Bineslawa ya bajarê Hewlêrê konê hilbijartinê veda. Namzetên lîsteya 113 ya PÇDK’ê Şakir Mistefa Mewlûd (18) û Xalid Ebdurehman Mistefa (29) beşdarî merasîma konê hilbijartinê bûn. Xebatkarên hilbijartinê yên PÇDK’ê dan diyar kirin ku ewê heta derengiya rojê li cihê konê hilbijartinê posterên namzetên xwe û ala partiya xwe PÇDK’ê li gel belav bikin. Bi heman armancê wê propagandaya lîsteya 113 ji gelê Bineslawa rê bikin.