Li Hewlêr rewşa awerte heye
Li Hewlêr rewşa awerte heye
Li Hewlêr rewşa awerte heye
Piştî êrîşa duh a li Hewlêr pêşmerge û hêzên asayîşê îro li navenda bajêr dest bi lêgerînan kirine û digirin ser gelek deveran.
Piştî êrîşa duh a li hemberî Midûriyeta Polîsan a Hewlêr ku di wê bûyerê her 6 êrîşkar hatin kuştin, 6 pêşmêrgeyan jiyana xwe ji dest dan û nêzî 60 kes birîndar bûn îro li seranserê Hewlêr kontrol û lêgerîneke zêde heye. Hêzên pêşmergeyan û piştgiriya hêzên asayîşê ji serê sibê ve girtin ser gelek deveran. Di kontrolên ku heta niha jî berdewam dikin de li şantiyeyan jî kontrol tên kirin.
Têkildarî êrîşa duh, Wezareta Pêşmergeyan da xuyakirin ku berî wê bi deh rojan agahî wergirtibûn ku wê êrîşek wiha pêk bê.