Li Hewlêr semînera ‘Kurte Dîroka Kurd û Kurdistanê’
Li Hewlêr semînera ‘Kurte Dîroka Kurd û Kurdistanê’
Li Hewlêr semînera ‘Kurte Dîroka Kurd û Kurdistanê’
Li Hewlêrê semînera binavê ‘Kurte Dîroka Kurd û Kurdistanê’ li navenda Akademiya Kurdî ji aliyê mamosta Mihemedî Heme Baqî ve hate pêşkeşkirin.
Li bajarê Hewlêrê li navenda saziya Akademiya Kurdî kû xebatên li ser ziman û dîroka Kurdan dide meşandin semînerek binavê ‘Diroka Kurd û Kurdistanê’ ji aliyê mamosta Mehmûdî Heme Baqî ve hate pêşkeşkirin. Semînera kû bi beşdarbûna bi dehan rewşenbîr, akademisyen, dîrokzan û wêjevanên Kurd li gorî demjimêra herêmê di demjimêr 16:00’an de destpêkir.
Semînera binavê ‘Kurte Dîroka Kurd û Kurdistanê’ ya ji aliyê saziya Akademiya Kurdî ve hate li darxistin, li ser mijara dîrokzan û efserê Kurd Mihemed Emîn Zekî Beg hate sekinîn. Baqî di axaftina xwe ya semînerê de girîngî û berfirehiya jiyana M. Emîn Zekî Beg ji beşdarvanan re ragihand.