Li Hewlêr xwendekarek ya zanîngehê di encama qezayê de jiyana xwe ji dest da
Li Hewlêr xwendekarek ya zanîngehê di encama qezayê de jiyana xwe ji dest da
Li Hewlêr xwendekarek ya zanîngehê di encama qezayê de jiyana xwe ji dest da
Li Hewlêrê di nava qismê keçan (yûrd) Leyla Qasîm de wesayîtek ya gazê li keçek ya zanîngehê xist û jiyana xwe ji dest da.
Li bajarê Hewlêrê îro li gorî demjimêra herêmî 14:30’an de di nava qismê keçan Leyla Qasîm ya li ser rêya Kerkûkê de tankerek ya gazê li keça bi navê Rojbîn Yaman ya 19 salî ku pola duwem ya beşa Qanûnê ya Zanîngeha Selahedînê dixwend xist. Dema ku wesayîtê lê xist Rojbîn giran birîndar bû û ji aliyê hevalên wê ve rakirin nexweşxaneyê, lê belê Rojbînê di rê de jiyana xwe ji dest da.
Li gorî agahiyên şahidên bûyerê dan diyarkirin ku, di nava qisma keçan Leyla Qasim de dema tankera gazê paşde diçû li Rojbînê xistiye û daye ser. Hate ragihandin ku, li cihê bûyerê ajovanê tankerê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate binçavkirin. Cenaze piştî birin nexweşxaneyê û karûbarên fermî qediyan, ji bo definkirinê cenaze ber bi Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem (Mexmûr) ve birê kirin.
Rojbîn Yaman ku pola duwemîn ya beşa Qanûna Zanîngeha Selahedînê dixwend, li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem (Mexmûr) jiyan dikir. Yaman penaberek bû eslê xwe ji navçeya Qileban ya Şirnexê. Penaberên Wargeha Şehîd Rûstem ku ji ber zilm û zordestiya dewleta Tirk di destpêka salên 1990’an de hatin Başûrê Kurdistanê, Yaman jî yek ji wan zarokên penaber bû ku, di jiyana penaberiyê de hatibû cîhanê.