Li Hewlêrê bînayek hilweşiya: 11 kes dibin de man

Li Hewlêrê bînayek hilweşiya: 11 kes dibin de man

Li Hewlêrê bînayek hilweşiya, 11 karker di bin enqazê de man. Ji 11 karkeran 8 jê hatin rizgarkirin û 3 karker jî di bin enqazê de man.

Li semta Şoreş a bajarê Hewlêrê 11 karkerên ji Rojavayê Kurdistan û bajarê Mûsilê di encama ketina banê beton ê avahiyê de di bin enqazê de man.

Ji karkerên ku di bin enqazê de mane heta niha 8 karker hatin rizgarkirin. Ji karkerên ku hatine rizgarkirin çar karker ji bajarê Mûsilê û çar jî xelkê Rojavayê Kurdistanê ne. Karkerên ku ji Rojava ne li bajarê Reqayê dijin. 3 karkerên ji Rojavayê Kurdistanê heta niha li gel hemû hewildanên ekîba îtfayeyê ne hatine rizgarkirin.

Karkerên ku hatine rizgarkirin li nexweşxaneya Acilê ya Hewlêrê tên dermankirin û hate ragihandin rewşa piraniya karkeran girane. Gûman tê kirin kû hersê karkerên ku di bin enqazê de mane jiyana xwe ji dest dabin.