Li Hewlêrê li dijî nuqteya asayîşê êrîş

Li Hewlêrê li dijî nuqteya asayîşê êrîş

Li Hewlêrê li dijî nuqteya asayîşê bi du wesayîtên bombebarkirî êrîşek hat lidarxistin. Li gorî agahiyên destpêkê, di encama êrîşê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan 10 kes jî birîndar bûn.

Hat hînbûn, êrîş danê nîvro li nêzî Navenda Asayîşê ya Hewlêrê rû da. Piştî êrîşê li dû hev çend teqînan rû dan.

Di encama êrîşa bi du wesayîtên bombebarkirî de, li gorî agahiyên destpêkê 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, herî kêm 10 kes birîndar bûn.

Birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyên li derdorê. Herêm ji aliyê hêzên asayîşê ve hat dorpêçkirin.