Li Hewlêrê meşa PÇDK’ê destpê kir

Li Hewlêrê meşa PÇDK’ê destpê kir

Meşa fînalê ya  kampanyaya hilbijartinê ya lîsta 113 ya Partiya Çareseriya Demokratîka Kurdistanê li ber parka Rûnakî ya bajarê Hewlêrê destpê kir.

Di çarcoveya kampanyaya hilbijartinê de mitînga ku PÇDK’ê plankiribû li Parka Şanedar li darxîne rastî astengiya hêzên asayîşê ên Partiya Demokratîk ya Kurdistanê (PDK) hat. Li ser vê yekê PÇDK’ê biryar da ku îro di demjimêr 16:00’an de li ber derê Parka Rûnakî heya Parka Şar ya li navenda bajarê Hewlêrê bi meşîn.

Bi tevlîbûna hezaran kesî meşa PÇDK’ê destpê kir û tê payîn ku serokê lîsteya 113 û Hevseroka PÇDK’ê Necîbe Omer û berdevkê lêsteyê Dr. Kamûran Berwarî her yek ji wan axaftinekê bike.