Li Hezexê 3 kes hatin binçavkirin
Li Hezexê 3 kes hatin binçavkirin
Li Hezexê 3 kes hatin binçavkirin
Polîs û tîmên taybet serê sibê li navçeya Hezexê ya Şirnexê di ser malan de girt û 3 kes binçavkirin.
Yekîneyên polîs û tîmên taybet li taxa Yenî ya navçeya Hezexê ya Şirnex di ser malan de girtin û 3 kes binçavkirin. Navên kesên hatin binçavkirin Abdulazîzî Oguz, Ramazan Demîr û Abdurrahîm Orek in û sedema binçavkirinê nehate zanîn. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan ya Hezexê.