Li Hezexê ciwanan dîwarê şermê protesto kirin

Li Hezexê ciwanan dîwarê şermê protesto kirin

Li navçeya Şirnexê Hezexê hejmarekî zêde ya ciwanan dîwarê ku dewleta Tirk dixwaze li sinorê Nûseybîn-Qamişlo çêbike protesto kirin.

Di saetên duh yên şevê de li Taxa Turgut Ozal ciwanên ku civiyan pankarta “Gelê kurd dîwarê şermê nasnake” vekirin, ber bi kulana Adile Naşît ve meş destpê kirin.

Ciwanên ku bi dirûşmeyan meşa xwe kirin xwecihên taxê jî bi çepik û tilîliyan piştgirî dan meşa ciwanan. Piştî ku meşa ciwanan geheşte Parka Aşitî ya li kulana Adile Naşît, polîsên ku bi maşînên akrep hatin bi bombeyên gazê û ava şil êrişî ciwanan kirin.

Ciwanên ku bi molofotan bersiva êrişên polîsan dan pevçûn heya saetên direngiya şevê jî berdewam kirin.