Li Hezexê ji bo gerîla Diyar mala sersaxiyê hate vekirin

Li Hezexê ji bo gerîla Diyar mala sersaxiyê hate vekirin

Li navçeya Hezex ya Şirnexê ji bo gerîlayê PKK’ê Yilmaz Geçer ku di sala 1997’an de jiyana xwe ji dest da mala sersaxiyê hate dayîn.

Malbata gerîlayê PKK'ê Yilmaz Geçer (Diyar) ku di sala 1997'an de li bejahiya Zozanê Duavê yê Bedlîsê di şer de bi 28 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest dabû, li Taxa Yenîmahalleya Hezexê mala sersaxiyê vekir. Parlementerê BDP'ê yê Şirnexê Hasîp Kaplan, BDP'a Hezexê, nûnerên MEYA-DER'ê, Însîyatîfa Dayîkên Aştiyê û gelek welatî tevlî sersaxiyê bûn. Ji bo kesên ku di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane deqîqeyek rêzgirtin.

Piştî rêzdariyê Parlementerê BDP'ê yê Şirnaxê Hasîp Kaplan wiha got: "Bejna xwe li ber şehîdan ditewînim û em dê her dem şehîdên xwe bi bîr bînin. Erdnigariya Kurdistanê sed sale êşên mezin dikşîne û bi zulmê re rû bi rû maye. Ciwanên Kurd ji bo ku ji vê zulmê re bejê êdî bese ji bo ku xwedî li ziman, nasname, çand, dîrok û welatê xwe derkeve derketin çiya. 40 sale ev têkoşîn berdewam dike. 40 hezar mirovan jiyana xwe ji dest da û ji van 40 hezaran jî nêzî 30 hezar ciwanin. Em weke gelê Kurd divê yekitiya xwe xurt bikin û xwedî li têkoşîna şehîdên xwe ya ku bi mafdar derkevin. Em dê herdem xwedî li têkoşîna wan derkevin."

Bavê gerîla Geçer, Fîzan Geçer diyar kir ku, kurê wî li hemberî zilm û zordariyê derket çiya û wiha got: "Kurê min ji bo ku ji zilm û zordariya dewletê re bêje êdî bese derket çiya . Wê demê em ji ber zilma dewletê çûn Ewropayê wekî din tu çarenûsek din tune bû. Dema em çûn Ewropayê kurê min niyet dikir ku biçi çiya. Wê demê ji min re got, ez dê ji bo azadiya Kurdistanê di nava têkoşîna azadiya gelê Kurd de cih bigirim. Em jî ji têkoşîna wana mafdar re serkeftinê dixwazin û hemû şehîdên xwe bi rêzdarî bibîr tînîn. Em soz didin şehîdên xwe em dê tu carî ji riya wan venegerin, em dê herdem girêdayî doza wan bin."

Piştî axaftinan girseya çû sersaxiyê belav bûn.