Li Hezexê xwişk û birayên ji ber sobê jehrî bûn, jiyana xwe ji dest dan
Li Hezexê xwişk û birayên ji ber sobê jehrî bûn, jiyana xwe ji dest dan
Li Hezexê xwişk û birayên ji ber sobê jehrî bûn, jiyana xwe ji dest dan
Li navçeya Şirnex Hezexê, xwişk û birayên li gundê Kûrtûlûşê ji ber sobê bi jehrê ketin, jiyana xwe ji dest dan, kesek jî bi giranî birîndar bû.
Li navçeya Şirnex Hezexê xwişk û bira Ayşe Nazli Genç û Tarik Genç ji ber sobê bi jehrê ketin û jiyana xwe ji dest dan. Birayê wan Yûsûf Îslam Genç jî bi giranî birîndar bû.
Dê û bav serê sibê xwestin zarokên xwe rakin, lê belê dema dîtin zarok nayên ser hişê xwe ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya navçeya Mêrdîn Nisêbînê. Li gel hemû hewldanên li nexweşxaneyê Tarik (17) û Ayşe Nazli Genç (9) yên ji ber gaza karbonmonoksîtê bi jehrê ketin, jiyana xwe ji dest dan. Yûsûf Îslam Genç ê 12 salî jî, piştî destwerdana destpêkê, ew sewqî nexweşxaneyeke taybet kirin.
Cenazeyê xwişk û bira yên ji ber sobê bi jehrê ketin, ji bo otopsiyê rakirin morgê. Xizmên wan ên hatin nexweşxaneyê jî, ji ber rewşê krîz derbas kirin. Der heqê bûyerê de lêkolînê destpê kir.