Li Hezexê zêdêyî hezar pezî telef bû

Li Hezexê zêdêyî hezar pezî telef bû

Li gundê Hezexê ji ber barîna berfa zêde gom hilweşiyan. Di hezazê de 712 mih û 332 berx mirar bûn. Hate hînbûn nêzî du sed pez jî winda bûye.

Li gundê Dika Hezexê ji ber ku du roj li ser hev berf barî gom hilweşiyan di hilweşandinê de 721 mih û 332 berx mirar bûn. Nêzî du sed pez jî winda bûn. Welatiyê bi navê Mehmet Halîl Oguz û Abdulkerîm Oguz li derdora gundê Zengilokê yê ku 20 kîlometre ji navçeyê dûr şivanî dikir, ji ber barîna berfê ji bo ku neqerisin ketin şikeftê. Welatiyên ku dû roj bû li hêvî ya xilasbûnê bûn ekîbên Şaredariya Hezexê xwe gîhandin wan û welatiyên ku xilas kirin anîn bajaroka Deşradarê.

Şivanên ku li wir radestî ekîbên AFAD'ê kirin bi ambûlansê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê. Şivanên ku girtin bin derman kirinê hat hînbûn ku rewşa wan başe. Welatiyan ji bo ajalên ku dibin goman de mane û yên windabûne xilas bikin dest bi xebatan kir. Di xebatên ku hatin destpêkirin de tu rayedarnîne û xebat bi komek ji 50 welatiyan pêk tê hatî destpêkirin. Ji ber telef bûna ajalan bîhna xirab li gund belav bûye ji bo ku nexweşî li gund belav nebe dibê ev ajalana di demek kurt de bê tunekirin. Ekîbên Midûriya Çandiniyê hewldidin bi girte girtinê hijmara ajalên ku mirarbûne diyar bikin. Xwediyê ajalên kû hatine telef kirin diyar kir ku ajalên wanê ku hatine rizgarkirin li nêz qerisandinê ye û ji rayedaran alikarî xwestin.

Li gorî agahiyan li bajaroka Deştadarê gundê Erzanex û Kîwexê bi hezaran ajal dibin hezazêde mane û telef bûne.