Li Hezoyê ji bo Rojava şahî

Li Hezoyê ji bo Rojava şahî

Rêxistina BDP'ê ya Hezoyê ji bo silavkirina 'Şoreşa Rojava' şahiyek lidarxist. Parlamentera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata diyar kir ku divê gelê kurd li hemberî êrîşên El Nusrayê bêdeng nemînin. 

Li navçeya Hezoya Êlihê ji aliyê BDP'ê ve, ji bo piştgiriya Rojava û silavkirina 'Şoreşa Rojava' şahiye hat lidarxistin. Şahî li ber avahiya şaredariyê hat lidarxistin. Li gel parlamentera Êlihê ya BDP'ê Ayla Akat Ata, endamê Meclisa BDP’ê Nezîr Gulcan, Hevserokê BDP’a Êlihê Serdar Atalay, serokê navçeya BDP’a Hezoyê Mehmet Altan, Şaredarê Hezoyê Raşît Haşimî, serokê bajeroka Şaredariya Bekirhanê Selahattîn Bulat û gelek nûnerên saziyên sivîl bi sedan kes li şahiyê amade bûn.

Hevserokê BDP’a Êlihê Serdar Atalay di axaftina xwe ya li vê derê de got: “Ez şoreşa gel silav dikim û diyar dikim ku emê her tim piştgiriyê bidin gelê xwe yê li Rojava û emê her tim li cem wan bin.” 

Piştî Atalay ji Navenda Çandê ya Biharê Hozan Maruf derket ser dikê û stran got. Parlamenter Ayla Akat jî di şahiyê de axivî û Akat diyar kir ku ew çeteyên êrîş dibin ser gelê Rojava bi tund şermezar dikin û got: “Li hemberî dewletên mêtinger ên li dijî gelê me yê Rojava bûne yek û dixwazin Şoreşa Rojava xira bikin re divê gelê me yê li Bakur, Başûr û Rojhilat bibe yek hêzeke li hemberî van dewletan. Divê gelê me li hemberî çeteyan bibe yek berxwedan, yek serhildan û yek soz.” 

Parlamenter Ata bal kişand ser pêvajoya Çareaseriya Rizgariya Demokratîk ya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin û wiha pêde çû: “Eger ev pirsgirêk çareser nebin, aştî jî pêk nayê. Beriya her tiştî divê hikûmeta AKP’ê gavan biavêje. Piştî biryara partiya me ku kampanyaya ‘Hikûmet gav biavêje’ destpêkir ev sê mehin ku em li benda gav avêtina hikûmeta AKP’ê ne. Hikûmet heta niha der barê pêvajoya Çareseriya Rizgariya Demokratîk ya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin de ti nêrîneke xwe eşkere nekiriye. Em daxuyaniyên Serokwezîrê Tirk Erdogan ên der barê ziman de, qebûl nakin. Divê gelê me ji bo çareseriyê û azadiyê hîn bêtir dakevin qadan û dengê xwe bilind bikin.” 

Ata der barê mîtînga 29’ê Tebaxê ya ku ji aliyê Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) ve li Êlihê tê lidarxistin de banga tevlibûnê li gel kir. Piştî axaftinan hunermend Bulent Turan derket ser dikê û heta derengiyê şevê bi stranên xwe gel coşand. H