Li Hezroyê di derbarê 12 kesan de lêpirsîna Newrozê
Li Hezroyê di derbarê 12 kesan de lêpirsîna Newrozê
Li Hezroyê di derbarê 12 kesan de lêpirsîna Newrozê
Li navçeya Hazroyê ya Amedê di derbarê 7 kesên di Komîteya Amadekar a Newrozê de cih digirtin û 5 zarokan de bi hinceta di dema Newrozê de "Propagandeya rêxistinê kirin" lêpirsîn hate vekirin û di çarçoveya lêpirsînê de îfade dan.
Li navçeya Hazroyê ya Amedê di derbarê komîteya Amedekar a Newroz û 5 zarokan de bi hinceta "propagandeya rêxistinê kirin" lêpirsîn hate vekirin. Hate zanîn ku, sedema lêpirsînê jî alên PKK'ê û KCK'ê yên di pîrozbahiyê de hatin vekirin nîşanda. Hate gotin ku, 5 zarokên li dibistanê ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin zarokê bi navê F.K (13) ji aliyê polîsan ve hate darpkirin.
Endamên Komîteya Amedkar a Newrozê piştî li Midûriyeta Polîsan a navçeyê îfadeyên wan hatin girtin serbest hatin berdan. Zarok jî piştî îfadeyan sewqî dozgeriyê hatin kirin û pişt re serbest hatin berda.