Li hemberî reformên aborî yên ku hukûmeta Hindistanê di hefteya borî de anî rojevê, xwepêşandanên mezin tên lidarxistin. Tê payîn ku di çarçoveya van reforman de rêze marketên mezin li Hindistanê bên vekirin. Bi milyonan Hindî li hemberî vê dadikevin qadan.
Greva ku dê bi beşdariy partiyên muxalefet û sendaîkayan pêk tê, tê payîn ku 50 milyon kes beşdar bibin. Yek ji hevparên girîng ên hukûmea koalîsyona , ji bo protestokirina planên hukûmetê xwe vekişand. Lê çavdêr didin diyarkirin ku di parlementoyê de ev yek bandorê li hukûmeta koalîsyon nake.
Li Hindistanê xwediyên dezgeh û yekîneyên bazirganiyê li dijî wê yekê ne ku li şûna wana bazara supermarketên mezin ên biyanî cih bigirin.
Her wiha, li dijî bilindkirina bihayên mazot û tupgazê ne jî. Hukûmeta koalîsyon a bi pêşengiya Partiya Kongreyê diyar dike ku ji bo zindîkirina aboriya welêt divê refor bêne kirin. Partiya muxalefeta sereke Partiya Bharatiya Janata (BJP) û mitefkîkên wê, partiyên komunîst, banga grevê kirin. Îro dê li welêt bi milyonan kes bikevin grevê û dê gelek kargeh bêne girtin.