Ev du roj in ku qutbûna ceyranê ya li herêmên bakûr û rojhilatê Hindistanê berdewam dike û bandorê li ser jiyana bi sed milyon akesî dike.
Hat ragihandin ku paytext New Delhî di nava tarîtiyê de maye û hema bêje nîva welat bê ceyran maye. Hemû xetên metroyan hatine rawestandin û hat diyarkirin ku mirovan bi rêya trenan vediguhêzin.
Piştî birîna ceyranê ya ku roja duşemê li bakûrê Hindistanê pêk hat, rayedaran ragihandin şebekeyên ceyranê yên li rojhilatê welat jî têk çûne.
Heta niha sedema qûtbûna ceyranê nehatiye aşkerekirin, lê li gorî hin agahiyan, li hin eyaletan hêza ceyrana ji bo wan hatiye veqetandin, ceyran tê karanîn.
Şebekeya ceyranê ya li bakûr û rojhilatê Hindistanê, xizmeta ceyranê dide nîva şêniya welêt a milyarek û 2 sed milyon.