Li Başurê Hindistanê di vagona trena rêwiyan de şewat derket û herî kêm 47 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Bûyer li bajaroka Nellero ya ku 500 kîlometre li başurê bajarê Haydarabad a eyaleta Andra Prades e pêk hat. Express a Tamîl Nadu ku diçû Chennaî li dora saetên 04.20’an şewat derket. Dema agir di vagonê de derket rêwî gelek razayî bûn û herî kêm 47 kesan jiyana xwe ji dest da û 28 kes jî birîndar bûn.
Rayedran diyar kirin ku agir ji sedemeke ku nayê zanîn derketiye û got dibeku ji ber dewreya kin derketibe.
Li Hindistanê her tim qezeyên trenê ku rojane bi 9 hezar trenên rêwyan 18 mîlyon kes dibin û tînin, pêk tê. Di meha gulanê de di encama li hevketina du tirînan de 24 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Di 5 salên dawî de 1220 kesî jiyana xwe ji dest dan.