Li eyaleta Assam a dikeve rojhilatê bakûrê Hindistanê ji ber barîna zêde lehî rabû û nêzî milyonek mirov neçar man dest ji malên xwe berdin.
Wezîrê Çandiniyê yê Eyaleta Assamê Nilamoni Sen Deka ji ajansa nûçeyan a Franse AFP’ê re axivî û diyar kir ku 900 hezar kes ji ber lehiyê neçar man malên xwe bi cih bihêlin û birevin.
Kesên ku direvin jî berê xwe didin cihên bilind û li wan deveran kon vedidin. Ji ber lehiyê heta niha 27 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Ji 27 herêmên eyaletê 21 herêmê di bin lehiyê de mane. Wezîrê Hindî diyar kir ku ev lehî ji sala 1998 ve li eyaleta Assamê lehiya herêmî mezin e.
Wezîra Tenduristiyê ya Assamê Hîmanta Biswa Sarma jî diyar kir ku tevî Brahmaputa, gelek robarên li herêmê ser de avêtine û hatine rewşeke xeter.