Hat ragihandin ku pirsgirêka ceyranê ya di van rojên dawiyê de li bakûr û rojhilatê welêt çêbûn û bi sed milyonan mirov bê ceyran man, hate çareserkirin.
Piştî li Hindistanê sê şebekeyên mezin ên welêt nexebitîn, 600 milyon mirov di tariyê de man. Rayedarê Saziya Operasyonên Sîstema Ceyranê ya Hindistanê Sk Soone ragihand ku duh pirsgirêka ceyranê ya li welêt hatiye çareserkirin.
Ji ber birîna ceyranê duh û rojên beriya wê paytext New Delhî di nava tarîtiyê de ma û hema bêje nîva welat bê ceyran maye. Hemû xetên metroyan hatine rawestandin û hat diyarkirin ku mirovan bi rêya trenan veguhestin.
Piştî birîna ceyranê ya ku roja duşemê li bakûrê Hindistanê pêk hat, rayedaran ragihandin şebekeyên ceyranê yên li rojhilatê welat jî têk çûne.
Heta niha sedema qûtbûna ceyranê nehatiye aşkerekirin, lê li gorî hin agahiyan, li hin eyaletan hêza ceyrana ji bo wan hatiye veqetandin, ceyran bi kar anîn.
Şebekeya ceyranê ya li bakûr û rojhilatê Hindistanê, xizmeta ceyranê dide nîva şêniya welêt a milyarek û 2 sed milyon.