Li Hindistanê qirkirina fîlan

Li Hindistanê qirkirina fîlan

Li rojhilatê Hindistanê trenê li fîlan xist û di encamê de 5 fîl jiyana xwe ji dest dan. Tenê li eyaleta Orissayê di pênç salan de 26 hezar fîl hatin kuştin.

Hate diyarkirin ku li daristana Rambha ya eyaleta Orissayê li ser rêya trenê re derbas dibûn û trenê li wan xist.

Rayedarên xweza û ajalan yên eylate Orissa da zanîn ku wan berê aşkere kiriye ku fîl bi awayê kerî li wan deran digerin û xwestine ku tren hêdî biçin û bên, lê guh nedane vêyekê.

Li eyaleta Orissa yê di nava 5 salan de hema bêje 300 fîl hatin kuştin. Gelek ji vana di encama lêxistina trenê de mirin, gelek ji wana jehrî bûn û beşek ji wan ji jî aliyê nêçîrvanên diranên fîlan ve hatin kuştin.

Tê diyarkirin ku li Hindistanê derdora 26 hezar fîl tên parastin.