Piştî bagerê li başûrê Hindistannê da baraneke tund bariya û herî kêm 22 kes mirin û 60 hezar gundî jî gundê xwe vala kirin.
Ji ber bager Nîlam ya ku li peravên başûrê Hindistannê da şert û mercên hewayê bandoreke mezin li jiyanê kir. Bi sedan gund di bin avê de man û şêniyên gund neçar man gund terk bikin.
Rayedarên hikûmeta herêmî Andhra Pradesh Krîkal Valaven, ji AFP’ê re axivî û diyar kir ku herî kêm 22 kesî jiyana xwe ji dest daye û bi hezaran kesî mala xwe wenda kiriye û hemû zeviyên gundiyan texrîb bûne.
Şêniyên herêmê bi botên plastîk berê xwe didin cihên bilindtir û li seranserê Andhra Pradesh 10 stargehên lezgîn hatin vekirin.
Li gorî AFP’ê gundiyekî ku li bajaroka Guntur rudine ji televîzsyona herêmî ya Arku Rajaîpa re axiviye diyar kiriye ku di warê xurekê de dê salekî girêdayê hikûmetê bimînin.
Bagera Nîlam di 31’ê cotmehê de roja çarşemê 50 km başûrê Chennaî ya bi navê berê Madras xistiye. Piştre derbasî hundir bûye. Meteorolojiyê da zanîn ku dê rojên pêş de şiliya tund hebe.