Li Hollandayê gel di saetên serê sibê de çûn ser sindoqê. Du jinên kurd jî di hilbijartinan de ne û tê payîn hilbijartin di navbera partiyên, Lîberal VVD û partiya karkeran PVDA de derbas bibe.
Li Hollandayê nêzî 13 mîlyon hilbijêr ji bo parlamentoya nû diyar bike di saetên serê sibê 07.30’an de çûn ser sindoqan. Sindoq dê heta 21.00’an vekirî be û encamên yekemîn jî dê ji 21.00’an de bên aşkerakirin.
Di meha nîsana borî de ji bo vekirina butçeyê bê girtin pêşnûmeya reformê pêk hat. Partiya azadiyê Geert Wîlders ya biyanî ku hikûmeta koalîsyonê ji derve piştgiriyê didin, piştî ku ji aliyê PVV’ê ve hate redkirin, hikûmetê îstîfa kir û neçar mabûn biçin hilbijartina zû.
HILBÊJÊRÊN BÊ BIRYAR
Di anketên dawî de xuyaye ku Lîberal VVD û PVDA ya sosyal-demokrat di nava pêşbirkêke de ne. Lê tiştek heye ku encamên hilbijartinê dê hilbijêrên bê biryar diyar bikin. Di anketan de derdikeve holê ku ji sedî 35 hilbijêr bê biryarin ku dengên xwe bidin kê.
POLÎTÎKAYA EURO Û ŞIDANDINA KEMBERÊ
Krîza deyn a herêma Euro û polîtîkaya şidandina kemberê mohra xwe li kampanyaya hilbijrtinê da. Ji bilî PVV ya dij biyaniyan hemû partî diparêzin ku Euro rizgar bikin. partiyê çepgir li dijî qutkirinên giran yên qada teqawîtbûnê, tenduristî û perwerdê ne. Partiyên rastgir jî jibo ku valahiya butçeyê bigirin diyar dikin ku dê ji van qadan qutbûn pêk bê.
DU JINÊN KURD JÎ DI HILBJARTINÊ DE NE
Di hilbijartinan de du jinên kurd jî hene. Ji Partiya Sosyalîst (SP) Saadet Karabulut û ji partiya PVDA ya karkeran jî Nurten Karişli heye. Li bendê ye ku partiya SP 20 kursiyan bi dest bixe û dê Saadet Karabulut jî hilbijartinê qezenc bike. Nurten Karişli jî 52’emîn rêza endamtiya partiya PVAD de ye û encex bi dengên tercîhkirî Karişli dikare qezenc bike.
HIKÛMETA KOALÎSYANA SÊ
Di hilbijartinan de partiya lîberal VVD û partiya karkeran PVDA cih digire û herî kêm dê hikûmet bi 3 partiyan diyar bibe.